5000 malbat ji gundewarê Idlibê derbeder bûn

5000 malbat ji gundewarê Idlibê derbeder bûn

Dec 02 2018

ARK NEWS .. Di encama êrîşên Rêjîma Esed û mêlîsên bi ser ve li gundewarê Idlibê ,bi hezaran malbat ji Idlibê derbederî deverên aram bûn .

Rêveberê kumên Sipî Mustefa Hac Yûsif 2/12/2018 ragihand ku bêhtir ji 5000 malbat, ji gundewarê Idlibê ku piraniya wan ji xelkên bajarokê Cercenaz û gundê Eltih bûn, ji ber êrîşên Rêjîma Esed û mêlîsên bi ser ve li ser deverên li gundewarê Idlibê derbederî deverên aram bûn .

Hac Yûsif serbar kir ku li gorî amarên rêxistina Civaka Sivîl ku di heyama heftiyekê de 2660 malbat ji bajarokê Cercenaz û 2700 malbat ji gundê Eltih ji ber êrîşên Rêjîma Esed û mêlîsên bi ser ve derbederî deverên aram bûn .

Lava Ebdo

816