Efrîn.. Bi dehan malbat di rêya ('On Dadat) re vegeriyane zêdê xwe
Di van rojên dawiyê de bi dehan malbat ji derbider, penaber û koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, vegeriyane li ser zêdên xwe.
Çalakvan Rêber Ehmed ji ARKê re da zanîn, ku di van rojên dawiyê de bi dehan malbatên di rêya dergehê ('On Dadat) re li bajarê Minbicê, derbider û penaber û koçberkirî vegeriyane li ser zêdên xwe li Gund û navçeyên bajarê Efrînê.
Çalakvanê Kurd tekez kir: "Di dema niha de bi sedan li dergehê ('On Dadat) li benda pejirandina derbasbûnê ne, da ku vegerin Çiyayê Kurmênc".
Beriya niha jî Rêber Ehmed di daxuyaniyekê de ji ARKê re gotibû: "Penaber, derbider û koçberkirî dikarin bi fermî di rêya dergehê ('On Dadat) re vegerin. Ji kesê vegeriyayî tê xwestin ku 2 kefîlên wî ji Efrînê hebin, û tekez bikin ku ew ji şêniyê Efrînê ye".
Dergehê ('On Dadat) li Minbicê, di navbera navçeyên di bin kontirola PYD û girûpên çekdar de ye, û asankariyan ji bo vegera derbider, penaber û koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê bo zêdên xwe, pêşkêş dike.
213
