Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan li Duhokê kir

Rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan li Duhokê kir

Feb 02 2023

ARK NEWS... Roja Çarşemê 01. 02. 2023, Şandek ji rêxistina Duhokê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê serdana rêveberiya giştî ya şaredariyên parêzgeha Duhokê kir.

Şanda rêxistina Duhokê ya partî bi serokatiya Mihemed Elî Ibrahîm endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsê rêxistinê bû û endamtiya her yek ji Dr. Mizgîn Silêman û Dr. Ciwan Seîd bû serdana Diyar Behrî Resûl rêverberê giştî kir.

Di civînê de, behsa astengiyên tên li pêş gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir, herweha behsa rewşa xizmetguzariyê di nav kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê de kir.

105