3 Teqîn di 5 rojan de li Efrînê çê bûn

Oct 06 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê Teqînên terorî , êdî bûne diyarde, di heftiyekê de li bajêr û navçe û gundên wê bi bê tomarkirina teqînan derbas nabe, ew tawan bê vekirina lêpirsîn û vekolînan derbas dibin. Ya her dawiyê duh bi şevê bû, teqînek li bazara sûtemeniyê çê bû, di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li gor jêdera ARKê ku ji cihê bûyerê ragihand ku teqîn derdoa demijmêr 10 bi şevê rû da, piştre diyar bû ku tîmên endezyariyê dixwestin otombêla bombirêjkiriî biteqînin, lê ji ber ji bin kontirolê derket, ziyanên canî hatin tomarkirin, û birîndar ji bo dîtina çareseriyê hatin veguhstin. Di 1ê Cotmehê de jî li nêzîkî filkeya Newroz ya navenda bajarê teqînek çê bû û ziyanên madî mezin hatin tomarkirin.

Ew teqîn jî derdora demijmêr 10ê sibê li nêzîkî filkeya Newroz çê bû di encamê de du kes bi sivikî birînda bûn û ziyanek madî mezin gihişt cihê bûyerê

Ji aliyê xwe jêderên xwecihî bal kişandin ser wê yekê ku ew teqîn ji otombêlek bombekiriî hat. Her di vê derbarê de, beriya teqîna bazara sûtemeniyê, teqînek li taxa Eşrefiyê rû de, lê ziyan bi tenê madî bûn.

Li herêma Efrînê de her dem û demekî de teqîn rû didin, û sivîl dibine qurbanî û şehîd dikivin ya herî dawiyê jî mayînek li gundê Qêsim yê Raco teqiya di encamê de jina Kurd ya bi navê Emîne Mamo şehîd ket û hevjînê wê birîndar bû. Her tawanbar û kujer ne diar in. Li Efrînê, rêbend li her tax, kolan, rê, navçe û gundekî ji aliyê çekdaran ve hatine dayîn û tu kes nikare tiştekî derbas bike yan jî derxîne bê ku were pişkinînkirin, Her dem pirsa dûbare dibe ku ew otombêlên bombekiriî çawa derbas dibin, Efrînê dibin û têne teqandin.

Ş.E


455