Efrîn... Jineke Kurd di encama teqîna mayînekê de şehîd bû

Efrîn... Jineke Kurd di encama teqîna mayînekê de şehîd bû

Sep 30 2020

ARK NEWS... Beriya çend rojan gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, mayînek teqiyabû di encamê de du welatiyên Kurd bûne qurbanî lê îro jî berbenga sibê yek ji wan jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Jêderek taybet ji gund ji ARKê re ragihand ku teqîn li ser goristana gund çê bû di encamê de her yek ji Nezmî Henan Ismaîl û hevjîna wî Emîne Memo birîndar bûbûn û îro jî jina Kurd Emîne Memo li nexweşxaneyek Turkiyê jiyana xwe ji dest da. Û biryar e ji Turkiyê bo gundê Qêsim were veguhestin da ku bi xakê were spartin.

Ji dema şerê Efrînê dest pê kiriye û ev cara 5mîn e mayînên PYDê li gundê Qêsim diteqin, tevî ku tîmên endezyariyê yê çekdaran idîa dikin, ku herêma Efrînê ji mayînan pak kirinê lê di her dem û demekê de, mayîn diteqin û sivîl tê de şehîd dibin û dibin qurbanî.

Ş.E

347