ENKSê xwe gihand malbata Lezgîn Mihemed

Sep 29 2020

ARK NEWS... Piştî ku malbateke Kurd banga alikariyê di rêya ARKê re kir, şandek ji encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, seredana malbatê kir.

Malbata Lezgîn Mihemed ku li Bakurê Kurdistanê dimînin banga alîkariyê kiribû, hişt ku ENKSê seredana malbatê bike.

Şanda ENKSê bi serokatiya Elî Ibrahîm, serokê encûmena xwecihî ya Kobanê bû û endamtiya, herwiha bi beşdariya endamê polîtbîroya PDK-Sê Ferhad Şahîn, û endamê komîta navendî ya heman partiyê Şahîn Ehmed bû.

Li ser vê seredanê Elî Ibarhîm serokê encûmena xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek taybet da ARKê tê de behsa mebest û armanca seredanê kir û got ji erkê wan e ku xwe bigihînin her malbatekê.

Malbat xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, û li penaberî Bakurê Kurdistanê bû.


Ş.E

348