
6 sal li ser şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin
ARK NEWS... 5 sal li ser şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Leşkerê Roj re, li dijî rexistina DAIŞê li Herêma Kurdistanê derbas dibin.
Di 16/9/2014an de penc ji Peşmergeyên Roj ji efser û Peşmerge li dijî rexistina DAIŞê li devera Hesen Şam li gundê Sêfdîn şehîd bûn.
Navê pakrewanan ev in:
Şehîd Akîd Beşîr Ehmed Hogir ji Bakûrê kurdistanê , şehîd Neqîb Comerd Mişo ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê , şehîd Mustafa Cercîs ji Başûrê kurdistanê , şehîd Delîl Ehmed Elî Mhemed ji Tirbespiyê _ Rojavayê kurdistanê , şehîd Silêman Hemza Hacî ji Tirbespiyê _ Rojavayê Kurdistanê.
Di sala 2014an de Herêma Kurdistanê rastî şerekî giran ji aliyê rexistina DAIŞ ya terorî ve hat tê de bi sedan ji DAIŞê hatin kuştin û hijmarek ji Pêşmergeyan şehîd bûn di nav wan de Pêşmergeyên roj jî hebûn.
Ş.E
830