Li Îtalyayê zêdetirî 11 hezar pizîşk û perestar bi koronayê ketine

Li Îtalyayê zêdetirî 11 hezar pizîşk û perestar bi koronayê ketine

Apr 05 2020

ARK NEWS.. Tîmên tendirûstiyê, di nav wan de perestar û pizîşk li hêla pêş a rûbirûbûna vîrûsa koronayê ne. Ji ber ev tîm berdewam ligel kesên bi vîrûsê ketine danûstandinê dikin, lewra egera ku ew jî bi vê vîrûsê bikevin, egereke bihêz e. Heta niha bi hezaran pizîşk û perestar bi vê vîrûsê ketine û hinekan ji ber vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Carlo Palermo, Serokê Nexweşxaneya Yekîtiya Pizîşkan, dibêje, “Dixwazim wê yekê bînim bîra we ku ev bahor nahêle ferq û cudahî di navbera herdûyan de bê kirin û ketiye ser rêya şewba normal. Lê di heman demê de wextê pirsgirêka nexweşekêî ya kuxik, pişkandin û nefesstandinê heye û diçe ba pizîşkê xwe, çi li mal an norîngeha wî, wê demê veguhestina vîrûsê çêdibe. Loma çendîn malbatên pizîşkan hene ku bi vê vîrûsê ketine.”

Li welatekî wek Îtalya ku wek navenda belavbûna vîrûsa Covid-19 li Ewropayê tê dîtin, heta niha zêdeyî 11 hezar pizîşk û perestar bi vê vîrûsê ketine û 73 kesan ji wan canê xwe ji dest dane. Hevdem ew pizîşk û perestarên ku niha ligel kesên bi vîrûsê ketine danûstandinê dikin, ditirsin ku vegerin malê, ji wê yekê ditirsin ku vîrûs gehiştibe wan û dema vedigerin malên xwe endamên malbatên xwe jî pê bixin.

Serokê Nexweşxaneya Yekîtiya Pizîşkan, herwiha dibêje, “Li êşa wan kesan bifikire ku bi vîrûsa Covid-19 ketine, di warê teorî de dikarin vegerin mal, lê venagerin û çendîn hefte malbatên xwe nabînin, ev jî ji tirsa belavbûna vîrûsê di nav malên wan de, ku dibe kesek temen 80 salî yan hevjîn û zarokên wan bi vê vîrûsê bikevin.”

Heta niha ti amarên bi hûrgilî nînin ku pêşan bidin ka li ser asta cîhanê çend pizîşk û perestar bi vîrûsa koronayê ketine, lê li piraniya welatan hatiye piştrastkirin ku pizîşk û perestar bi vê vîrûsê ketine, hevdem yekem pizîşk jî ku hişyariya belavbûna vîrûsê li Çînê da, bi vîrûsê ket û ji ber vê vîrûsê cane xwe ji dest da.

660