Piştî êrîşa li ser hêzên Emerîkî.. Baydin gefê li Îranê dixwe

Piştî êrîşa li ser hêzên Emerîkî.. Baydin gefê li Îranê dixwe

Jan 29 2024

Di encama êrîşa mêlîsên Îranê bo ser bigeha Ektenef li nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Urdinê de bi jimareyek mezin yên leşkerên Emerîkî hatin kuştin û birîndar bûn.

Pentagonê di daxuyaniyekê de kuştina 3 leşkerên xwe û birîndarbûna 25 leşkerên din di encama êrîşeke mêlîsên Îranê bi dironekê duh êvarî li ser bigeha Eltenef li nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Urdinê de ragihand.

Ji aliyê xwe ve jî ajansa Royterz li ser zarê berpirsekî Emerîkî veguhest ku egereke mezin heye ku hejmara kuştî û birîndarên wê êrîşê bilintir bibe ji ber giraniya birînên wan.

berpirsiyarê Emerîkî eşkere jî kir ku ev yekem car e leşkerên Emerîkî ji destpêka şerê navbera Tevgera Hemas û Israîlê de li Rojhelata Navîn têne kuştin.

Herweha ji aliyê xwe Co Baydin Serokê Emerîka di daxuyaniyeke xwe de armanckirina mêlîsên bi ser Îranê ve ji hêzên Emerêkî re li Sûriyê bi gurkirineke mezin bi nav kir, û gef bi awayeke zelal li Îranê xwar û tekezî li ser sizadana hemû kesên berpirs di ber vê êrîşê de kir.

Piştî armanckirina bingeha Emerîkî li devera Eltenef Berxwedana Îslamî li Iraqê ya ku Îran piştevaniya wan dike di rêya daxuyaniyekê de ew êrîş li xwe girt.




64