Dêrik... PYDê li 2 welatiyan dan û welatiyek revand

Dêrik... PYDê li 2 welatiyan dan û welatiyek revand

Sep 28 2020

ARK NEWS... Li gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê du welatiyên kurd yên bitemen ji aliyê bi dehan çekdarên ser bi PYDê ve rastî lêdan û revandin û binpêkran hatin.

Jêdereke agahdar taybet ji gundewarê Dêrkê da zanîn dewriyeke çekdar devnixumandî bihtir ji 30 çekdarî li xwe digirt demjimêr 3.30 sibeha Şemiyê girte bi ser mala welatiyê bitemen Cemîl Silêman Hacî de li gundê Kelhê û derbasî odeya wî û hevjîna wî bûn û bi tundî li Cemîl da.

Jêderê serbar kir dema ku hevjîna wî xwest wan çekdaran dûrî hevjînê xwe bike çekdaran bi tundî li wê dayika Kurd jî xist û serê wê şikand.

Herwiha hevjînê wê û bi otombîleke ji curê toyota berev cihekî nediyar ve bir û ta niha çarenvîsa wî ne diyar e.

Jêderê herwiha amaje kir, ku heta niha sedema wê binpêkirin û kiryara kirêt dermafê wan welatiyên kurd nehatiye diyarkirin lê nerazîbûneke berfereh ji aliyê gundiyan ve dirustbûye.

369