Zarokek li Efrînê bû qurbaniya guleyeke bêserûber
Aug 20 2020
ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê,, duh 19ê Tebaxa 2020an, zarokek rastî guleyek bêserûber hat di encamê de bi giranî birîndar bû.
Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku zarokekî 11 salî rastî guleyeke bêserûber hat, û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Heman jêderan nîşan bi wê yekê dan ku, rewşa zarok gelek metirsîdar e, ji ber ku gule di serê wî de hatiye.
Li herêma Efrînê her dem û demekê de rewşên wiha têne tomarkirin, û welatiyên sivîl dibin qurbaniya nakokiyên çekdaran û diyardeyên çekdarî.
Ş.E
352
