Efrîn... Du mayîn teqiyan

Efrîn... Du mayîn teqiyan

Aug 09 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê duh 8ê Tebaxa 2020an, du mayîn teqiyan di encama wan teqînan de, çekdarek hat kuştin û welatiyek birîndar bû.

Jêderên agahdar ji nav Efrînê ji ARKê re da zanîn ku mayînek li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa bi çekdarekî de teqiya di encamê de hat kuştin, Ku ew çekdar li Cindirêsê karê xwe dikir.

Ji aliyê xwe ve jêderek taybet da zanîn ku kesekî nenas mayînek avêt cihê paşme û gemarê û reviya, piştî mayîn teqiya welatiyekî sivîl birîndar bû lê nasnameya wî nehatiye diyarkirin.

Ş.E

246