Ereban Mezara Şêx Mûs ya Kurdên Êzîdî li Efrînê şewitand

Ereban Mezara Şêx Mûs ya Kurdên Êzîdî li Efrînê şewitand

Aug 05 2020

ARK NEWS... Li gundê Gewanda yê ser bi navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, erebên ku li herêmê hatine bicîkirin, mezareke Kurdên Êzîdî şewitand.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku, ereban mezareke Kurdên Êzîdî, ku bi mezara Şêx Mûs tê naskirin şewitand.

Heman jêderê tekez kir ku beriya çend rojan Turkiyê ew mezar dûbare ava kiribû, lê erebên li wê derê bi buhaneya ku cihê kafiran e, ew mezara kevnar ya Kurdên Îzîdî şewitand û têk bir.

Ş.E

508