Careke din hêzên Emerîkî li Sûriyê rastî êrîşan hat

Careke din hêzên Emerîkî li Sûriyê rastî êrîşan hat

Nov 14 2023

Zincîra armanckirina hêz û bingehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve berdewam e herî dawî di 24 demijmêrên burî de hêzên Emerîkî rastî 4 êrîşan hat.

Ajansa Royterz lser zarî berprsekî emerîkî veguhest ku roja Yekşemê mêlîsên Bi ser Îranê ve bi rêya diron û mûşekan kêlgeha Al'mer ya petrolê li rojhelatê Dêrazorê û bingeha leşkerî ya Şedadê li gundewarê Hesekê kirne armanc û di encamê de ziyanên madî rû dan bê ku ziyanên canî bikevin.

Serbar kir ku roja Duşemê jî heman mêlîsan bi dironan hêzên Emerîkî li devera Rimêlan aranc kirin.

Ev êrîşên mêlîsên Îranî ser hêz û bingehên Emerîkî li Sûriyê piştî pêkanîna hêzên Emerîkî ji du operasiyonên eşmanî li dijî cih û bingehên mêlîsên Îranê hat.


241