Nasnameya keça kuştî li Efrînê hat eşkerekirin

Nasnameya keça kuştî li Efrînê hat eşkerekirin

Jun 08 2020

ARK NEWS... Duh termê keçikê li nav zeviyên gundên Ezazê li ser sînorê Efrîna Rojavayê Kurdistanê hate dîtin.

Malper û rûpelên xwecihî ragihandin ku ew termê yê keçikekê ji Efrînê bi navê Melek Xelîl e ku ji gundê Derwîş yê ser bi navçeya Şera ve ye.

Ji aliyê xwe ve bavê Melek Xelîl taybet ji ARKê re ragihand ku ew term ne yê keça wî ye.

Her di vê derbarê de jêderên xwecihî tekez kirin ku ew term yê jineke ereb e bi navê Beyan Mehmûd e û ji ber pirsgirêkên civakî hatiye kuştin:

Ş.E

348