Elbehra: Sûriyê ji kirîzeke mirovî bûye kareseteke mirovî

Elbehra: Sûriyê ji kirîzeke mirovî bûye kareseteke mirovî

Dec 11 2023

Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî dibêje Sûriyê ji kirîzeke mirovî bûye kareseteke mirovî.

Di rûniştineke taybet de derbarê Sûriyê di çarçoveya karê Korbenda Dewhayê de Hadî Elbehra Serokî Itîlafê got ku li gel kêmkirina pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên Navdewletî,niha Sûriyê ji kirîzeke mirovî bûye kareseteke mirovî.

Di vê derbarê de Elbehra daxwaza dîtina çareseriyekê ji bo rêgirîkirin li birçîbûn û kareseta mirovî li Sûriyê ji Civaka navdewltî kir.

Herweha tekezî jî li ser pêwîstiya alîkariya Civaka Navdewletî ji bo piştevaniya hewarçûnê li Sûriyê kir.

Serokê itîlafê amaje bi astengiyên têne pêşya pêwîstan jî kir û got hin astengiyên meizn derbarê wergirtina xelkê ji alîkariyên mirovî re li bakurê rojavayê Sûriyê hene û pêwîst e ev yek li ber çav were girtin.


187