Dijî terora herêma kurdistanê daxwiyaniyek derbarê herdû zarokên Siûdî belav kirin
Hêzên dijî terorê ya herêma Kurdistanê daxuiyaniyek belav kir derbarê radestkirina 2 zarokên Si'ûdî yên ku tevlî DA'Şê bûbûn belav kir ku têde hindek zanyarî rast kirin .
Hêzên dijî terora herêma Kurdistanê di daxuyanya xwe de diyarkir ku herdû zarokên binavê Ebdulah nasr Ebdulah yê 15 salî û Ehmed nasir Ebdulah yê temen 12 salî di 26 Adara bûrî bi riya dergehê Pêşxabûr yê dinavbera herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê gihiştin herêma Kurdistanê ku hatin radest kirin ji bu hêzên dijî terora herêma Kurdistanê .
Daxuyaniya navbûrî herweha diyarkir ku piştre herdû zarok hatin radest kirin ji bu qunsilxaneya Si'ûdî li hewlêrê ku bi riya wan hatin şandin ji bu welatê Si'ûdiyê û tekez kirin ku radestkirna herdû zarokan tu peywendiya Turkiyê pê nîne wekî ku kenala Al'arbiye belav kiriye .
650
