DAIŞê 9 kes ji bajarekî Kurdistanî revandin
ARK NEWS... Berpirsê PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku DAIŞ li sînorê Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî dest bi kampaniyayekê kiriye û xelkê sivîl direvînin û xalên kontrolê datînin, ku heta niha 9 welatî revandine û termê yekî ji wan kuştî hatiye dîtin.
Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev 2 roj in ku çekdarên DAIŞê li sînorê Xaneqîn û Xurmatû bi eşkere xalên kontrolê datînin û xelkê sivîl direvînin, ku li sînorê Qeretepe 7 xwendevan revandine û li sînorê Xurmatû jî 2 kes revandine û termê yek ji wan xwendevanan kuştî hatiye dîtin.”
Berpirsê PDKê li Xaneqîn wiha got: “DAIŞ pilaneke pir metirsîdar cîbicî dike û xelkê sivîl direvînin, êdî xelk gelekî ditirsin û êdî newêrin li xalên kontrolê yên fermî jî rawestin. Hêzên Iraqê jî li navçeyê bêdeselat in û nikarin tiştekî ji xelkê navçeyê re bikin. Rewş wisa berdewam bike DAIŞ dê xelkên din birevîne, ku tenê di nava 2 rojan de 9 kes revandine.”
439
