Li gundewarê Hesekê di encama êrîşeke asmanî de 11 sivîl bȗne qurbanî

Li gundewarê Hesekê di encama êrîşeke asmanî de 11 sivîl bȗne qurbanî

Jun 05 2018

ArkNews :Di encama êrîşeke asmanî de li ser başûrê gundewarê Hesekê komkujyeke nû hate rûdan û yazdeh kesên sivîl di encamê de bûne qurbanî .
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan roja Sêşemê ragihand ku hin balefirên şerker ku eger heye ser bi hevpeymaniya navdewuletî ve bin, êrîşeke asmanî li ser gundê El-Ceza' ya ser bi başûrê gundewarê Hesekê ve ye kirin ,û di encama êrîşê de komkujyeke nû rûda , û di encamê de yazdeh kesên sivîl di nav wan de pênc zarok bûne qurbanî, û hejmarke din ji welatiyên gund birîndarbûne û eger heye ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe .

473