Barzanî û Konsulê Îranê pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê gotûbêj kir
ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Konsulê nû yê Komara Îslamiya Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir û di civînekê de “herdu aliyan behsa pêşxistina pêwnediyên navbera Hewlêr û Tehranê bi taybet di warê aborî de kir.”
Di civîna îro de ku li Hewlêrê hat encamdan, Konsulê Komara Îslamiya Îranê, pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wî û kabîneya nû ya hikûmetê re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî di vê hevdîtinê de bi xêrhatina Konsulê nû yê Îranê yê li Hewlêrê kir û di erkê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Herdu aliyan di vê hevdîtinê de, “pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê di hemû waran de û bi taybet jî di warê aborî de gotûbêj kir.”
PDK
440
