Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj nameyek pîrozbahiyê belav kir

Fermandariya Pêşmergeyên Leşkerê Roj nameyek pîrozbahiyê belav kir

May 25 2020

ARK NEWS... Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz fermandariya Pêşmergeyê Leşkerê Roj birûskeke pîrozbahiyê belav kir.

Di birûska xwe de fermandariya Leşkerê Roj got: Em bi helkefta hatina cejna Remezanê gerimtirîn pîrozbahî arasteyî gelê Kurd, di pêşî de hilgirê ala rizgarkirina Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî û Pêşmergeyên qehreman, malbat û kesûkarên şehîd û birîndaran dikin.

Herwiha hêvî dikin ev cejin bibe cejna xêr û berket û hezkirinê û berdewamiya rêbaza Barzaniyê nemir di yekîtî û pêkvejiyana aştiyane de.

Di dawiya birûska xwe de fermandariya giştî ya Leşkerê Roj hêvî kir û got, Xwedayê mezin hezkirin, xweşî û aramiyê li Kurdistanê berdewam bike, ku ji berê de û heta niha kela xweragrî li beramberî hemî pîlana ne .

391