Serok Barzanî: Êrîşa Koyê şermezar dikim..Pirsa Kurdî bi kuştinê çareser nabe
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîşa Îranê ya li ser navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Pirsa gelê Kurd bi kuştin û topbaranan çareser nabe û paştirîn çareserî rêya aştiyê ye.”
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji ber êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koyê ez gelekî dilgiran û xemgîn im, bi taybet ku ziyaneke canî û maddî mezin çêbûye.
Di demek de ku ez vê êrîşê şermezar dikim, sersaxiyê pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyan, ji ber ku li Herêma Kurdistanê gelek kêşe û tehdîd û gefên mezin hene.
Ez dibînim ku pêwîst ku em ji hemû aliyan re bêjin ku pirsa gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bobebaranan nayê çareserkirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çareser e ji bo hemû kêşeyan.
Mesûd Barzanî
08.09.2018”
558
