PYD di şandina sûtemeniyê de bo navçeyên rêjîmê berdewam e
Hevdemê hebûna kirrîza sûtemeniyê li navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya PYDê di firotin û şandina sûtemeniyê bo navçeyên di bin kontirola rêjîma Esed û opozisyona Sûriyê de berdewam e.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh Pênşemê bi dehan barhilgir giheştin rojavayê kurdistanê, ji bo veguhestina petrolê ji bo navçeyên bin kontirola rêjîma Esed.
Li gorî Rewangehê ew barhilgirên bi ser rêjîmê ve di rêya dergehê Tebqa li gundewarê Reqayê giheştin bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanî ji bo veguhestina petrol bo navçeyên rêjîmê.
Şandina sûtemeniyê di çarçûveya berdewamiya kirîza sûtemeniyê mîna mazot û benzînê li deverên di bin kontirola PYDê de tê.
214
