Lavrof û Pêdirson rewşa Sûriyê gotûpêj kir

Lavrof û Pêdirson rewşa Sûriyê gotûpêj kir

Sep 05 2020

ARK NEWS... Şandiyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê û wezîrê derve yê Rûsiya derbarî doseya Sûriyê civiyan .

Roja Pênşemê 03.09.2020, Gêr Pêdirson şandiyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê seredana Mosko paytexta Rûsiya kir, û li gel Sêrgî Lavrof wezîrê derve yê Rûsiya re civiya .

Di civînê de herdu berpirsan tekezî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî 2254 kir.

Di wê cvînê de wezîrê derve yê Rûsiya piştevaniya welatê xwe ji bo pêşxistina proseya siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254 di nav de piştevanîkirina karê komîteya distûra Sûriyê ya pîşerojî jî kir

Ji aliyê xwe ve Gêr Pêdirson şandeyê navdewlitî yê taybet bo Sûriyê got di gera sêyem ji civînên komîteya distura Sûriyê de aliyên beşdar di civînê de hinek rêz di navbera wan de hebû û bi pêngaveke erînî bi nav kir, herweha Pêdirson di wê civînê de tekezî jî li ser berdewamî û piştevanîkirina karên komîteya distûra Sûriyê ya nû kir ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê di zûtirîn dem de û dûbarevegera ewlehî û aramî û cîgiryê li tevaya navçeyên Sûriyê kir.

343