Welatiyekî bitemen li Efrînê winda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e

Welatiyekî bitemen li Efrînê winda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e

May 18 2020

ARK NEWS... Ji beriya çend rojan ve, welatiyekî bitemen xelkê Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji mala xwe derketibû, û ji wê demê ve peywendî pê re hate birin û tu agahî li ser tune ne û winda bûye.

Kurê welatiyê bi navê Muslim Ehmed Imik, îro 18ê Gulana 2020, taybet ji ARKê re ragihand ku, ji beriya 5 rojan ve, bavê wî ji mala xwe ya li navenda bajêr li taxa Eşrefiyê rêya gundê Basûtê derket, û ji wê demê ve venegeriyaye mal û tu agahî li ser tune ne.

Jêderê tekez kir ku tevî hewlên berdewam û lêgerîna li nexweşxane û navendên peywendîdar, lê bê sûd bû, û çarenivîsa wî nehat diyarkirin.

Muslim Ehmed Imik, xelkê gundê Kora yê navçeya Cindirêsê ye, jidayîkbûyê 1933yan e, malbata wî banga xwe di rêya ARKê re gihand ku her kesek zanyarî û nûçeyekê li ser bizanibe peywendî bi hijmara telefê bike: 00905373070672

Ş.E

648