Mesrûr Barzanî li ser êrîşên Îranê helwêst da

Mesrûr Barzanî li ser êrîşên Îranê helwêst da

Jan 08 2020

ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di kongireke rojnamevanî de ragihand, ji rewşa niha ya navçeyê dilgiran in û keşeke nearam durist bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser aloziya ku ji ber êrişên Îranê yên li dijî hêzên Emerîka yên li Iraq ragihand, em ji ber rewşa niha ya navçeyê dilgiran in, ku rewşeke nearam hatiye holê.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, em her hewlekê didin bo navçe aram bibe û herwiha erkê me parastina gel û Herêma Kurdistanê ye û em her hewlekê didin jî ji bo ku Herêma Kurdistanê ji aloziyan dûr bixin.

501