Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Dec 28 2019

ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta encamdana kongireya giştî pîrozbahî li YNKê kir û got, “Hêvîdar im ev kongre bibe derfetek bo xizmetkirina pirsên niştimanî.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta çarem kongireya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdayetiya wê partiyê kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêşkirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, “Pîrozbahiya serkevtina kongreya çarem li birêz endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê û hemû endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im kongreya YNKê bibe sedema piştevaniyeke zêdetir bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ta ku li gel hev xizmeta şayîstetir a xelkê Herêma Kurdistanê bikin û berevaniyê li mafên destûrî bikin.”

424