Berpirsek:

Berpirsek: "DAIŞ 50 km nêzîkî Kerkûkê bûye û hêzên Iraqê nikarin Kerkûkê biparêzin

Jan 03 2020

ARK NEWS .. Endamê Komîteya Normalkirina Rewşa Navçeyên Kurdistanî yên Madeya 140 Şaxwean Ebdulah dibêje, piştî ku Pêşmerge ji Kerkûkê derketine û heya niha DAIŞ 50 km xwe ji Kerkûkê nêzîk kiriye, ku berê ji ber Pêşmerge nediwêran nêzîkî navçeyên Kurdistanî bibin.

Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an ve û roj bi roj DAIŞ li navçeyên Kurdistanî bihêz dibe û tevgera wan berdewam zêde dibe û karên terorîstî dikin. Ji wê demê û heya niha 30 heya 50 km DAIŞ ber bi Kerkûkê ve hatiye, ji ber ku li navçeyên Qerede û Pirdê çalakî û êrîşên terorîstî dikin li dijî hêzên Iraqê û Heşda Şeibî. Berê nikarîbûn ji ber Pêşmerge nêzîkî navçeyên Kurdistanî bibin.”

Ebdulah wiha got: “Herwiha li navçeyên Xurmatû û Xaneqîn û navçeyên din jî DAIŞ pir bihêz bûye û berdewam karên terorîstî dike, loma jî DAIŞ bûye metirsî li ser navçeyê û hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nikarin wan navçeyan biparêzin.”

Şaxewan Ebdulah wiha domand: “DAIŞ niha xalên kontrolê datîne û êrîşan dike. Beriya çend rojan hêzên Iraqê operasyonek kirin li sînorê Kerkûkê, lê DAIŞ li aliyekî din êrîş kir. Loma em karin bêjin dîsa DAIŞê bihêz bûye. Em li ser vê pirsê bi Bexdayê re axivîne û nabe Kerkûk bikeve destê qederê. Divê Pêşmerge vegerin Kerkûkê û ew hêzê ku li Kerkûkê ne hatine şikestin.”

562