Sêxuriya Turkiyê êrîşî navenda Encûmena xwecihî ya Efrînê kir .
Sep 27 2018
Sêxuriya Turkiyê û çekdarên polîsên Azad êrîşî navenda encûmena xwecihî ya Efrînê kir û serokê encûmenê girtin û piştî demijmêrekê serbest hatin berdan .
Jêderek taybet ji Efrînê ragihand ku 25/9/2018 demijmêr 12ê nîvro Sêxureya Turkiyê û çekdarên polîsên Azad êrîş birin ser navenda encûmena xwecihî û serokê encûmenê Zuhêr Heyder girtin û piştî demekê ji lêkolînê serbest berdan .
Jêderê tekez kir ku ew êrîş bi sî otombêlan hate pêkanîn û di dema êrîşê de laptopa encûmenê ku têde nav û belgeyên karmendên encûmenê hene birin .
Ş.E
453
