ENKSê biryar da nivîsgehên xwe veke

ENKSê biryar da nivîsgehên xwe veke

Feb 03 2020

ARK NEWS... Desteya Serokatiya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKê biryar da careke din ofîsên xwe li Rpjavayê Kurdistanê, veke.

Desteya serokatîya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand: Weku hemî cemawerên şerfmendên kurd û miletê me dizanin di dirêjahiya çend salên bûrî de, girtina ofîsên Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûryê ENKSê, û baregehên partiyên siyasî li ser destê PYDê û çekdarên wê bû, bi hemî şêwe û şêwazên tund û karê wê hatibû qedexekirin, tevî wê yekê jî, lê encûmanê kar û xebata xwe ya siyasî ranewestandiye û di nava cemawerên kurd li Kurdistana Sûriyê de berdewam bû.

Niha jî, li ser daxwaz û banga yekrêzê û yek helwêstiya kurdan weku destpêşxeriyeke niyazpaqijyê ji bo yekhelwêstiya kurdan careke din ofîsên xwe vedike .

Desteya serokatiya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê biryar da ofîs û hemî baragehên xwe veke, û karê xwe bi fermî bike, ew jî ji bo avakirina baweriyê û tekeziya wê li ser yekhelwêstiyê ji bo çarserkirina hemî nakokî û pirsên nakok di navbera aliyên kurdî de.

Qamişlo
02.02.2020
Desteya serokatiya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê

326