Tevgera Siyasî ya Jinan ya Sûriyê binpêkirinên li himber çalakvanên Civaka Sivîlşermezar kir

Feb 20 2019

Duh (19.2.2019) Emîndarîya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan ya Sûriyê daxuyanyek derbarê çalakvanên Civaka Sivîl derxist û binpêkirinên ku derheqa wan de li Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniya Tevgerê de hatîye, çalakvana Sivîl û rojnemevan Rîm Elnasêr li bajarê Reqayê rastî eşkenceyê ji alyê grorpek çekdaryên ku tê naskirin bi navê destihilata dîfakto li bajêr di roja (14) şubatê (2019)de, ew bajaê ku xelkê wê rastî hemî corên binpêkirinê ji alyê Rêjîma Esed û Hêzên xwesepandî û Destihilatîn dîfakto heta weke îro jî tên, û Reqa ji bajaên ku liv û tevgera Civaka Sivîl têde di heyama salên bûrî de aktîv bû.

Tevgera Siyasî ya Jinan ya Sûriyê ev kiryarên li himber çalakvanên Civaka Sivîl li Reqayê û tevahîya Sûriyê ji alyê hêzên destihlatdar ve şermezar kir û da zanîn ku heman rêbazên Rêjîma Esed tên bikaranîn , bi armanca tûnekirina bizava tevgera Sivîl ya aştiyane bi darê zorê û bi eşkenceyê û tiris û terorê dixwazin tevgera Civaka Sivîllawaz bikin , ya ku mîna bingeha kar di civakê de û û mafê wî ye û bi tayibetî di van demê wek niha de , ku şer û pêkdadan û wêrankirin heye .

Tevgera Siyasî ya Jinan ya Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî û Dewletên ku destên wan di Doseya Sûriyê de heye û hinek ji wan mîna gerentîdar û hevpeymanên hêzên destihlatdar û dîfakto tê naskirin û pişta binpêrikin û kiryarên wan digrin , û parastna çalakvanên Civaka Sivîl bike û di heman demê, Tevgerê berpirsiyaritya parastna wan kire sitûyê wan.

Herwiha Tevgerê daxwaz kir ku rê bidin çalakvanên Civaka Sivîl da ku bi awayeke azad karên xwe li Sûriyê bikin û xizmeta mlletê Sûriyê û xelkê Sivîl bikin .

r.o

584