Dagîrker û konseya PKK doza çi ji PDK-Sê dike ?!
Dagîrker û konseya PKK doza çi ji PDK-Sê dike ?!
Mahir Hesen
PDK-Sê dibistana rewşenbîr û welatperweran e , û cihekî xwe yê girîng di pejrandina hestên netewî de heye , lewra her çend ku lewaz be, ewqas omîdên kurdên ”Kurdistana - Sûrî ” yên ber maf ve diçin kêm dibin û dikeve çirava serdestan de . Ev sedem ya ku PDK-Sê hemberî gelek pirsgirêkan ji aliyê hêzên dagirker ve rû bi rû hatiye .
Ji aliyê din ve PKK jî zêdetirî 35 salan ve hevoka ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîn e dûbare dikir û niha bi çavsorî bi xelkên netewhez dike ve û zend û bendên xwe wiha badaye û xwe gij dike dijî PDK-Sê .
PKK rojavayê welêt bi lepên xwe zeft kiriye û zimanekî tehl û tund bi xelkên deverê re bikar tîne û herî zêde li dijî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê.
Di berdewamî li dijî Endamên Partî gefa kuştin û işkenceyan dide, da ku aramî û ewlehî û projeya netewî hilweşînin , û hewldanên wan tenê ji bo tunekirina Kurdayetiyê ye .
Ji hemî rexan ve sîxurên xwe lev didin hev û organîze dikin bikaranîna dijî PDK-Sê ji dêlva ku ew yekrêziya mala kurdî bixebitin xwe dispêrin çekan ji bo stimkariya xwe de berdewam bin û di heman demê de jî bi şerê ragihandinê jehrê belav dikin .
PDK-Sê bihayê mirovaniyê xweş dizane çi ye , û li ber kesên ku zîyanên piçûk be yan jî mezin be bigehîne xelkê Kurdistana Sûriyê raweste .
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
1014