ENKSê neçarkirina kurdên Êzîdî ji guhertina ola xwe re şermezar kir
ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê binpêkirinên komên çekdar li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê di dermafê kurdên Êzîdî de şermezar kirin, û tekez kir ku Êzîdî ji mletê kurd in û erk e ji bo wan ku rêz li ola wan were girtin weke hemû olên din.
Di daxuyaniya ENKSê de hatiye ku hevdemê binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê êdî bawerî û olên xelkê jî rastî binpêkirnan tên. Di çarçoveya tunebûna rêgriya yasayî û rewiştî de, ji 1ê Nîsanê ve belav bûye ku du kurdên Êzîdî li Efrînê ola xwe diguherin ku her kes dizane ku ev yek bi neçarî ye.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî hemû şêweyên binpêkirinan şermezar kirin herweha destêwerdana di bawerî ol û azadIya xelkê de jî şermezar kirin.
ENKSê daye zanîn ku Êzîdî j mletê kurd in û erk e ji bo wan ku rêz li ola wan were girtin weke hemû olên din her binpêkirinek li djî wan binpêkirin ji ola Îslamê re ye ku rêzê li olên dn digire.
Di dawiyê de ENKSê bang li rêxstinên navdewletî û mirovî û alyên peywendîdar kiriye ku sînorek ji wê sinc û reftara dûr j hemû prensîpên mafên mrovan re were danîn.
223
