Tenduristiya Hewlêrê: Taxeka Hewlêrê û du kamp ji ber Koronayê hatin kerentînekirin

Tenduristiya Hewlêrê: Taxeka Hewlêrê û du kamp ji ber Koronayê hatin kerentînekirin

Apr 27 2020

ARK NEWS.. Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê ragihand, taxek Hewlêrê û du kamp li parêzgeha Hewlêrê ji ber belavbûn vîrusa Koronayê hatine kerentînekirin.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ragihand ku , duh li Hewlêrê kesek û li kampa penaberan ya Dareşkran jî kesek bi vîrusa Koronayê ketin.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha got, ew kesê ku li kampa Dareşkran pê ketiye, çûye kampa Quştepe jî. Ji ber wê jî me taxa Telar Sîtî ya Hewlêrê û kampên Dareşkran û Quştepe kerentîne kir. Niha tîmên tenduristiyê li wan cihan dest bi têstên Koronayê kirine.

264