Ehmed Mismarî careke din hate deng

Ehmed Mismarî careke din hate deng

Apr 17 2020

ARK NEWS... Berdevkê fermî yê artêşa niştîmanî ya Lîbî, carek din li ser mijara nandozê bi navê Şakir Bonciq hate deng û got: Terorîst bi tenê nûneratiya xwe dikin.

Ehmed Mismarî, Berdevkê bi navê artêşa niştîmanî di kongireke rojnamevanî de, ku duh hat lidarxistin got: Em seyr û matmayî man dema ku me zanî nandozekî Kurd di nav çeteyan de heye, ji ber ku Kurd ji bo hebûn, doz û dewleta xwe dixebitin.

Navbûrî serbar kir: Di êla min de jî terorîst hene, û ew bi tenê nûneratiya xwe dikin, ewê Kurd jî nûneratiya xwe dike û ya Kurdan nake.

Ş.E

388