Serok Barzanî serxweşiya malbatên gundê Çexmaxê yê Kerkûkê kir

Serok Barzanî serxweşiya malbatên gundê Çexmaxê yê Kerkûkê kir

Feb 20 2020

ARK NEWS... Duh, Serok Mesûd Barzanî, nameyeke serxweşiyê ji malbatên qurbaniyên gundê Cexmaxê yê Kerkûkê re şand. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şeva derbasbûyî terorîstên Da'îş êrîşî gundê Çexmaxe ya ser bi bajaroka Dûbiz li parêzgeha Kerkûkê kirin û mixabin li encamê da çar hemwelatî şehîd û sê hemwelatiyên din jî birîndar bûn.

Serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîdên wê rûdana terorîstî dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Ew rûdan û çendîn rûdanên wekî wê jî bi rûnî pîşan dide ku terorîstên Da'îş valahiya emnî û nearamiyê ji bo xwe rêkxistin û bihêzbûnê bikaraniye. Êrîşa terorîstan ya li ser asayîş û jiyana xelkê her maye û pêwîste bi girîngî bê wergirtin.

Her ji bo wê yekê jî divê hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan ya ji bo nehiştin û ji holê rakirina êrîşa terorê berdewam bê û bihêztir bê kirin û her wiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya emnî û serbazî jî bê ku li van navçeyan da kirine emrî waq'î.

Mesûd Barzanî
19.02.2020

669