15 sal in Kemal Şahîn hatiye terorkirin
ARK NEWS... Hevrêzkarê giştî yê Partiya Rêkeftina Kurdî li Sûriyê, El Wîfaq Kemal Şahîn yekemîn kes e ji PKKê cûda bû û partiyek li Rojavayê Kurdistanê damezrand ku di 17ê Sibata 2005an de, li parêzgeha Sulêmaniyê, ya Herêma Kurdistanê bi destê PKKê hate terorkirin.
Kemal Şahîn jidayîkbûyê 1ê Çileya 1961ê li gundê Hac Xelîl yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji malbateke welatparêz hatiye dunyayê, derçûyê peymageha Pêşesazî bû û di 1982yan xwendakarê kulêja Endezyariya Mîkanîkî li zanîngeha Helebê bû.
Leşkeriya xwe ya neçarî di 86an de kir piştre bi hizr û ramana PKKê bandor bû, di 1987an de bi fermî tevlî PKKê li Lubnanê bû, wek endamê Komîta Peywendiyên Dîplomasî û Çalkiyên Rêxistinî dest bi karê xwe kir,û di 1979 tevlî jiyana çekdarî bû di nav Gerîla de cihê xwe girt.
di sala 1991ê di di raperîna Herêma Kurdistanê beşdar kir, piştî wê bi neh salan wate di 2000î de, bû nûnerê PKKê li Sulêmaniyê, piştre bû Hevrêzkarê kampa Kurdên Bakur li Mexmûrê.
Kemal Şahîn ji ber xebata xwe rastî astengî û rêgiriyan di jiyana xwe de dihat gelek caran hatibû binçavkirin çi ji PKKê bi xwe be yan ji aliyê Sûriyê, Lubnanê, Îran.
Di dema PYDê li Sûriyê hatiye damezrandin wek Hevrêzkarê Giştî di 2003ya de hate destnîşankirin, lê di 2004an de, ji hizr û ramana PKKê cûda bû û xwest partiyekê ji Kurdên Rojava re damezrîne, û ji PKKê veqetin, û biryar ya wan be.
Piştî 25 salan di nave PKKê de, Di 15ê Tebaxa 2004an bi Fermî ew û çend hevalên xwe ji PKKê cûda bûn û Partiya Elwîfqd damezrand û bû hevrêzkarê Giştî. û ew yek çavsoriyek li cem Rêjîma Sûriyê û PKKê çê kir ji ber di warê rêxistinî û siyasî de xwedê rol û bandor bû.
Ji ber damezrandina Partiya Elwîfaq rastî gev û guvaşan hat, bi şêweyekî zindî ji aliyê KÇKê ya PKKê ve gef lê hatin kirin tevî gefan karê xwe ranewestand ta ku di 17ê Sibata 2005an li Sûlêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hat terorkirin.
Ş.E
385
