Dêrik.. Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Dêrik.. Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê revand

Apr 03 2024

Li bajarê Dêrikê yê rojavayê kurdistanê Çekdarên PYDê rojnamevanek di Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya de revand û berev cihekî ne diyar ve birin.

Roja Sêşemê ( 2/4/2024 ) çekdarên PYDê rojnamevan Ehmed Sofî endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê, li bajarê Dêrika rojavayê Kurdistanê revand û ew berev cihekî ne diyar ve birin.

Ev ne cara yekê ye ku rojnamevan Ehmed Sofî ji aliyê çekdarên PYDê ve te revandin, dawîn car roja 19 Sibata 2022an hate girtin û piştî 55 rojan serbest hate berdan.

63