Şandek ji ENKSê seredana Dêra Meryem Elezra kir

Şandek ji ENKSê seredana Dêra Meryem Elezra kir

Jul 13 2019

ARK NEWS .. Piştî teqîna terorî ya ku bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê rûdabû ku têde ziyanên canî û madî hatin tomarkirin, duh 12/7/2019an şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê seredana Dêra Meryem el ezra ya Suryanî Arsazoksî li bajarê Qamişlo kir .

Şanda ENKSê ji her ji Dr Lezgîn Fexrî Endamê Polîtbîriya PDK-Sê û herdu Endamên Desteya Serokatiya encûmenê Fêsal Yûsiv û Silêman Oso û herdu Endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê Celal Rîfaî û Endulbarî Xelef pêk dihat . Şanda ENKSê ji aliyê Mutranê suryanên ersezoks ya Cizîr û Firatê Mûrîs û Şemûn ji Encûmena Millî pêşwazî lê hate kirin.

Di seredanê de şanda ENKSê tekezî li ser peywendiyên malbatî û dîrokî navbera pêkhateyên herêma Cizîra Rojavayê kir, herweha piştgirî û hevgirtin û rawestandina xwe di rûbirûbûna terorê di her demekê de dane diyarkirin .

Di roja pênşema bûrî 11 Tîrmehê teqînek li bajarê Qamişlo taxa navebdî çêbû, têde hijmarek welatî birîndar bûn û ziyanek mezin hate tomarkirin. Di heman rojê de jî teqînek bihêz bajarê Efrînê li ser rêya Turindê çêbû, û bi dehan ji ereb û kurdan bûne qurbaî, herwiha li bajarê Hesekê jî tê teqînên cuda rûdan û hin welatî birîndar bûn û ziyanek madî gihişt sivîlan. Her sê teqîn bi tundî hatin şermezarkriin û bi Pênşema bixwîn hate binavkirin .

Ş.E

382