PDK-Sê nivîsgeha xwe li Dêrikê vekir
Feb 08 2020
ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, îro, 8ê Sibata 2020, nivîsgeha xwe li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdiatnê, vekir.
Vekirina PDK-Sê ji nivîsgeha xwe re, piştî sê rojan ji vekirina ENKSê ji nivîsgeheke xwe li bajarê Kobanê hat.
Nivîsgeha PDK-Sê ji beriya sê salan ji aliyê PYDê ve hatibû girtin, lê îro bi fermî hate vekirin.
Beriya çend rojan, ENKSê daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku dê nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.
Ş.E
770
