ARK navê 7 zarokên revandî ji aliyê PYDê ve belge dike

ARK navê 7 zarokên revandî ji aliyê PYDê ve belge dike

Jan 23 2020

ARK NEWS .. Li kampên derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê herwiha taxên Helebê, Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê, û çekdarên bi ser ve, di dema dawiyê de hijmarek zarok ji bo leşkeriya neçar revandin, da ku di demên pêş de, tevlî şer û cengên bi wekalet, nexasim herêmên erebî dikin.

Li gor şopandin û belgekirin Dezgeha ARKê ku di çarçoveya demeke kurt de, 7 zarokên keç û xort ji kampên derbideriyê li Şehbayê, herwiha taxa Şêx Meqsûda Helebê revandine. Her 7 nav xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.

Lê piştî bangên malbatên wan ji bo diyarkirina çarenivîsa kurên xwe û serbestberdana wan, 3 hatin berdan, hîn jî 4 zarok çarenivîsa wan ne diyar e, û tu agahî li ser tune ne.

navên wan ev in:

Heyfa Hesen Mihemed ji gundê Til Hemo, beriya 2 salan hatiye revandin
Cemal Cabo 15 salî ji navçeya Şera, sê caran hatiye revandin
Yasmîn Seyfedîn 14 salî ji gundê Meydana di 27 Çileya 2020 hatiye revandin
Sultanê Bekir 16 salî ji navçeya Şiyê. Ta niha tu agahî li ser wan tune ne.

Ji bilî her çar navên hatine, 3 zarok piştî bangên malbatên wan hatin berdan. Navên zarokên hatine berdan ev in:

Sîlva Îsa 16 salî ji gundê Cilbirê di 4ê Çileya 2020î de hate berdan
Ehmed Nîzar Hesen 15 salî ji gundê Tirmîşa di 7ê Çileya 2020î de hate berdan
Rîm Mihemd ji gundê Edema piştî çend rojan ji revandinê hate berdan.

Li her herêmekê di bin destê PYDê de piroseya revandina zarokan ji bo leşkeriya neçar berdewam e, her bersiva berpirsan ew e ku bi razîbûna xwe tevlî leşkeriya PYDê bûne. Li gor çavdêran ku piraniya kesên têne revandin ji şer û cengên ku PYDê bi wekalet dike têne şandin, di encamê de ta niha bi danpêdanên fermî ku 40 hezar bûne qurbanî navbera şehîd û birîndaran de hatine tomarkirin.

Ş.E

353