Teqînek li bajarê Hesekê û Minbicê çêbû
Aug 08 2018
ARK NEWS .. Teqînek li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê çêbû û tu ziyan nehatin tomarkirin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku bombeyek teqîner li devera Neşwan ya Başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û tu ziyanên canî û madî tunen bûn.
Li aliyekî din li bajarê Minbicê yê li Başûrê gundewarê Helebê di encama teqînekê li devera Meqbera Elşêx Eqîl ziyanên madî gihişt mal û milkên welatiyan û derbarê ziyanên canî ta niha tu zaniyarî ne hatine eşkerekirin.
793
