Serok Barzanî Kurdistan TV pîroz kir

Serok Barzanî Kurdistan TV pîroz kir

Jan 18 2020

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî, nameyek pîrozbahiyê ji Kurdistan TV re şand. Naveroka nameyê ev e:

Ji bo / Birêveber û hemû karmendên Kurdistan Tv

Bi helkefta bîst û yek saliya destbikarbûna Kurdistan Tv germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û hemû kedkar û karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Televizyona Kurdistanê destpêka şoreşekî ragihandinê bû li nav medya ya Herêma Kurdistanê û mînaka medya ya neteweyî û niştimanî bûye û herdem jî pabendê bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyariyetiyê bûye. Kurdistan Tv di dema karkirina xwe da rola xwe li belavkirina hişyariya neteweyî û evîna niştiman û palpiştîkirina Pêşmerge û malbatên şehîdan de hebûye û li van waran de jî cihê destê wê xûyaye û ev rol herdem cihê rêzgirtin û pêzanînê bûye.

Ew çaverêyî jî ji Dezgeha Satalayta Kurdistanê û Kurdistan Tv heye ku bi teknîka nû, karê profesyonalî hêviya rûh û giyana niştimanperwerî û welatparêziyê bike û pêşeng bê ji bo kar û pîşeya ragihandina li Kurdistanê de.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî
17.01.2020

877