Fermadarê Pêşmergeyên Roj:

Fermadarê Pêşmergeyên Roj: "Her dê vegerin Rojavayê Kurdistanê"

Nov 20 2019

ARK NEWS .. Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj ragihand, ku her demekê daxwaz ji wan were kirin, ew dê vegerin Rojavayê Kurdistanê, mal û xelk û axa xwe biparêzin, lê ew yek pêwîstî bi biryar û rêkeftina siyasî heye, da ku pirsgirêk rû nedin.

Mihemed Receb Dehdo, Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, ji malpera fermî ya Partiya Demoqratî Kurdistan PDKê re, di 18ê Mijdarê, 2019an, da zanîn: Ew wekû Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, ji bo parastina xelk, saman, û axa Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin, û rojekê her dê vegerin welêt.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Roj herwiha eşkere kir: Her demekê ferman were, ew amede ne vegerin Rojavayê kurdistanê, lê ta niha hîn jî tu ferman nehatine.

Navbûrî bal kişand ser wê yekê jî: Ji bo ku vegerin Rojavayê Kurdistanê pêwîst e biryar û rêkeftina siyasî hebe, da ku tu pirsgirêk rû nedin, ji ber ku ew naxwazin pirsgirêk peyda bibin, û dixwazin bi rêkeftin vegerin Rojavayê kurdistanê.

Ş.E

612