
Efrîn.. Hêzeke hevbeş welatiyekî Kurd ji mala wî derkir
Zincîra binpêkirinên li dijî kurdan li gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam in, di demekê de ku hêzên hevbeş li bajêr malbateke kurd ku vegeriyaye ser zêdê xwe ku ji aliyê erebekî derbider ve hatibû desteserkirin, derkirin.
Şeva borî roja Duşemê (27.05.2024) li bajarê Efrînê xwepêşandaneke girseyî li dijî binpêkirina hêzeke hevbeş li dijî malbateke kurd hat lidarxistin, ku Erebekî derbider dest daniye ser mala wî, û ew derbiderê ereb ne razî ye xanî vegerîne ji xwediyê wê yê rewa re.
Jêderên taybet ji bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand ku welatiyekî Kurd piştî giliyê polîsa leşkerî mala xwe ya desteserkirî vegerand, lê hêzên hevbeş yên bajêr ew malbata Kurd ji mala wî derxistin û malbata Ereb ya derbider tê de bi cih kirin.
Weku şermezarkirinê li ser binpêkirina hêzên hevbeş, hejmarek ji welatiyan li qada Newrozê ya bajarê Efrînê kom bûn, û daxwaz kirin ku mal ji xwediyên wê re were vegerandin.
Koçberkiriyên ereb li gund û navçeyên bajarê Efrînê bi hezaran malên Kurdan desteser kirin û bi piştgiriya girûpên çekdar ew mal ji xwediyên wan re venagerînin
181