Tekoşîna Xalo di tevgera Kurdî de

Tekoşîna Xalo di tevgera Kurdî de

Apr 30 2019

ARK NEWS .. kesayetiya navdar, xebatkar Hecî Bîlal ku bi Xalo tê naskirin yek ji stûnên xebata kurdî ye .

ji salên ciwantiya xwe tevlî tevgera Kurdî bûye û pencemora xwe bi tekoşîna xwe di nava bizava kurdistanî de îmze kiriye û hiştiye .

Xalo di 1948an de ji dayîk bûye xelkê Herêma Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye di salên 60î de tevlî tevgera Kurdî li hundrî welêt bû kar û xebata xwe bi disozî û wefedarî berdewam kir .

Di 1967an tevlî Partiya Çepa Kurdî bû.

Di sala 1980î de tevlî Hevgirtina Gel bû .

Di 2005an bû endamek di Partiya Azadî .

Piştre wek endamê Komîta Herêmî di PDK-Sê cihê girt û tekoşîna xwe kir .

Navbûrî ji ber rewşa abûrî nikarî xwendina xwe berdewam bike lê bi rewşt, sinc û pirensîpên xwe di civaka kurdî de navdar bû .

Xalo piştî têkçûna rewşa tenduristî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di 28ê mehê ji bo nexweşxaneya Şar ya Hewlêrê hate veguhestin.
Ji ber zehmetiya nexweşiya xwe piştî rojekê ango di 29ê Nîsana 2019an di heman nexweşxaneyê de çû ber dilovaniya Xwedê .

Bi beşdariyeke mezin ji serkirdeyên PDK-Sê, ENKSê û penaberên Rojavayê kurdistanê Termê xalo ji bo Kobanê hate veguhestin li wê derê di zêdê xwe bi xakê hate spartin .

Ş.E


416