Serok Barzanî tekezî li ser pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dike

Serok Barzanî tekezî li ser pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dike

Dec 24 2019

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Li vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya ewe jî dixwazim xuşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da birêbikin û aştî û birayetî jî li ser navçeya me da bikêşê.

Mesûd Barzanî
24.12.2019

450