Jêderek: Emerîka dest bi damezrandina Herêma Rojhilatê Feratê kiriye
ARK NEWS .. Malperek Kurdî roja Sêşemê 24ê Berçileya 2019an, ragihand ku Emerîka bi hevkariya hêzên xwecihî, navdewletî û navnetewî, dest bi damezrandina herêmekê li Rojhilatê Çemê Feratê kiriye.
Malpera Basnews li ser zarê jêdereke xwe, ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, daye zanîn ku Emerîka bi partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re civiya, û tekezî li ser yekhelwêstiyê û rêkeftina li ser yek pirojeyê kiriye. Ku Emerîka kar li ser wê yekê dike, hemû pêkhateyên Rojhilatê Çemê Feratê di çarçoveyeke siyasî û leşkerî de, li xwe bigire, û dest bi damezrandina Herêma Rojhilatê Feratê bike.
Heman jêderê da zanîn ku ev rêkeftin dê bihêle Emerîka bibêje ku, ew Kurdan diparêze û dest bi weberhênana abûrî bike, da ku dahatên abûrî ji pirojeya xwe re dabîn bike, ew dahat dê ji xazê û petrolê be, û kompaniya Aramko dê weberhênan li Rojhilatê Feratê bike. Her di vê derbarê de, hijmarek ji serbazên Siûdî, Îna bûrî gihiştin bîra Umer ya petrolê, da ku pisporên Siûdî û Misrî, yên ku beriya hefteyekê gihiştibûn wê derê biparêzin, ku bi mebesta nirxandina hêza berhemînana dûbara çaksaziya bîrê, û zêdebûna berhema wê, û rahênana karmendan hatibûn.
Jêderê behsa rola Îranî kiriye ku derbarê Emerîka, piştî hatina Rûsiya ji bo herêmê, Îran bi dawî hatiye, û Rûsiya dê beşekê ji dahatan werbigire, bi mercê ku dest ji Îran berde, û li ser Herêma Rojhilatê Feratê bipejrîne.
Li ser helwêsta rêjîmê malperê ji jêdera xwe veguhestiye ku, Elî Memlûk Serokê Nivîsgeha Netewî ya rêjîmê, bi hoz û êlên ereban re civiyabû, da ku pirojeyê pûç bike, lê bi ser neket, ji ber ku êlên ereban bi QSDê re rawestiyan, bi taybet piştî ku Memlûk dana hin pesindayetî ango imtiyazatan, red kir û serbestberdana girtiyên wan erê nekir. Tekez jî kir ku rêjîm nikare li hember pirojeya Emerîka raweste.
Malpera Basnews li ser zarê jêdera xwe, hêlwêsta Turkiyê daya zanîn ku Turkiyê tu carî razî nabe, lê niha di rewşeke tevlîheviyê de dijî, nexasim ku piştî rêkeftina nedestêwerdana Rûsiya di Lîbiya, û Deryay Spî de, ku Emerîka dixwaza Turkiyê têkeve pirsgirêkê de, da ku bi lêgerîna xwe ji xazê re mijûl bibe, ev nanokî dê bihêlin rewşa Turkiyê tevlîhev bibe, û Erdoxan di helbijartinan de bi ser nekev, lewma pejrandina Turkiyê li ser pirojeya Emerîkî re ne dûr e, nexasim eger beşek ji dahatan bi dest wê bikeve, û hikûmeteke hevpariyê li Çemê Feratê çê bibe, ne girêdayî bi serkirdeyên PKKê be, di wê demê de pejrandina Turkiyê ne dûr e.
Damezrandina keyaneke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ji demekê de ketiye mijarê, û ew yek ji aliyê Rûsiyê ve, hatiye eşkerekirin, û tomet arastey Emerîka kirine ku kar k´li ser dabeşkirina Sûriyê dike.
Ş.E
461
