Helmeta vegera malbatên kurd bo Efrîna rojavayê kurdistanê berdewam e
Di çarçoveya helmeta vegera malbatên koçberkirî, derbeder û penaber bo ser zêdên xwe li Efrîna rojavayê kurdistanê malbateke kurd vegeriya navçeya Şiyê:
Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku tevî astengî û berdewamiya binpêkirinan ji aliyê komên çekdar ve lê pêla vegera malbatên kurd bo Efrîna rojavayê kurdstanê berdewam e herî dawî malbata Mustefa Murad Bilal ji Elmaniya vegeriya gundê Qirmitliq yê bi ser navçeya Şiyê li Efrîna rojavayê kurdistanê.
Li gorî jêdera taybet malbatên di dema dawiyê de vegeryane Efrînê wehaye:
Du malbat ji Helebê veryane gundê Hêkçê (Cindêris)
Malbatek ji Helebî bo gundê Kotana (Bilbilê)
Malbatek ji Helebê bo gundê Elî Kero (Raco)
Malbatek ji Helebî ko gundî Sinarê (Şiyê)
Malbatek ji Helebê vegeryaye gundê Zivingê (Bilbilê)
Malbatek ji Helebê vegeryaye gundê Qirmitliq (Şiyê)
Li gorî amara ARKê nêzî 200 malbatên kurd yên koçberkrî, penaber, û derbeder ji destpêka Tebaxê û ta 14 Berçileyê vegeryane gund û navçeyên Efrînê .
176
