Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlemana Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlemana Iraqê rewşa Iraqê gotûbêj kir

Dec 23 2019

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh 22ê Berçielya 2019an pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê ( Parlemana Iraqê) Mihemed Helbûsî kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Iraqê gotûbêj kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên amade bû, herdu aliyan dawî pêşhatên rewşa Iraqê û navçeyê û pirsa damezrandina kabîneya dahatî ya hikûmeta Iraqê projeyasayên ku niha li Parlemantoya Iraqê ne, hatin guftûgokirin.

Di civînê de herdu alî hevnerîn bûn li ser karê hevbeş û dîtina rêçareyeke erênî ji pirsgirêkan re bi awayekî ku bersiva daxwazên rewa bide û xizmeta tevahiya welat, gel û pêkhateyên Iraqê bide.

Herwiha herdu alî hevnerîn bûn li ser piştevanîkirina li proseya siyasî bo destnîşankirina serokwezîrê dahatî yê Iraqê, bi awayekî ku li gel daxwaza gelê Iraqê de be.

496